Li Hewlêr û Duhokê gelek kedkar hatin binçavkirin

Kedkarên Başûrê Kurdistanê ku dikin nakin nikarin heqdestê xwe bigirin, daketin qadan. Lê belê hêzên asayîşê êrîşî kedkaran kirin û gelek ji wan binçav kirin.

Di serî de Silêmanî, Hewlêr û Duhokê li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê kedkar, mamoste, personelên tenduristiyê û karmend daketin qadan û hikumet şermezar kirin ji ber ku heqdestê wan nade.

Mamoste û kedkarên tenduristiyê xwestin danê sibehê li Hewlêrê çalakiyekê li dar bixin, lê belê destûr ji wan re nehate dayin. Kedkaran tevî astengiya asayîşê jî çalakiya xwe dewam kirin, lê belê gelek ji wan hatin binçavkirin. Elî Mihemed û gelek kesên pê re hatin binçavkirin. Hejmara binçavkiriyan nehate zelalkirin.

LI DUHOK Û ÇOMANÊ JÎ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Çoman a Hewlêrê, hêzên asayîşê rê girtin ji bo çalakî neyê lidarxistin û dor li qadê girtin. Tevî vê yekê jî gelek mamoste û kedkarên tenduristiyê li hev civiyan. Asayîşê bi şîdetê xwest kedkaran ji hev belav bike û Çiya Xalis, Huner Casim, Eşqî Mistefa, Keyfî Wertî binçav kirin. Di nava binçavkiriyan de endamên Tevgera Nifşê Nû, Tevgera Goran û Komela Îslamî jî hene.

Li Duhokê jî herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.