Li Hevşaredara Sêrê êşkence hate kirin

Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê 40 qerdiyanî êşkence li Hevseroka Şaredariya Sêrê Zîlan Aldatmaz kirin û ew ji derenceyan avêtin.

Hevşaredara Sêrê ya Wanê Zîlan Aldatmaz piştî ku ji peywirê hate girtin 1’ê Mijdara 2016’an hate girtin, li girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê qerdiyanan êşkence li Aldatmaz kir. Parêzerê Aldatmaz Resûl Aslan got, qerdiyanên ku ji bo hijmarê hatibûn koxuşê, ji bo ku girtiyên ku li qata jor diman nedixwestin dakevin jêr nîqaş derketiye. Aslan got girtiyek ji bo ku nimêj dikir nikarîbû were xwarê, li ser vê qerdiyanan got, ‘em dizanin we daxînin’ û êrîş birine ser girtiyan. Aslan got jinên ku li dijî êrîşa qerdiyanan li ber xwe dane qerdiyanan li wan xistine û di êrîşê re nêzî 40 qerdiyan ketine koxuşê û li girtiyan xistine.

Aslan got di dema êrîşê de miwekîla wî Aldatmaz jî li jor bûye û bi taybetî ew ji xwe re kirine hedef û got: ‘Dema ku miwekîla min Zîlan Aldarmaz ji derenceyan avêtine destê wê yê çepê derb xwariye û tilîka gustîlê ya destê wê yê çepê şikestiye. Laşê wê şîn û reş bûye.’’

Aslan diyar kir qerdiyanan li ser Aldatmaz û girtiyên din ên jin bi hinceta ku ‘bûne asteng’ gilih kirine.

Aslan got heqê revîrê ya miwekîla wî, ji bo ku şîn û reşiya li ser bedena wê biçe bi hinceta ku ‘ji ber zêdebûna girtiyên mêr negihaye’ di ser guhê xwe re avêtine. Aslan got bûyer beriya bi 2 heftiyan çêbûye, girtiyên jin ji ber sedema zêdebûna êrîşên li girtîgehan dest bi grêva birçîbûnê kirine.

Hate diyarkirin ku êrîşa qerdiyanan bi çavdêriya midûrê girtîgehê hatiye kirin.