Li Heskîfê gorên serdema Artûklû hatin dîtin

Li bajarê berê Heskîfê di kolanandinan de gorên dirokî hatin dîtin.

Heskîf, sala 1981’ê her çendî weke qada sît a arkeolojîk a bi asta yekemîn hatibû ragihandin jî ji ber sedema Bendava Ilisûyê ji 14’ê Tebaxê ve bi dênemêt, levye û mekîneyên kar tê hilweşandin.

Di kolandinên Heskîfê de 60 gorên serdema Artûklû hatin dîtin. Diyar bû ku gorên li goristanên berê baweriya wê serdema xwe nîşan didin û gor bi rengê qubikan ziyaretan hatin çêkirin.

Li Tilê Heskîfê 21’ê Îlonê arkeologên Japon xebatên kolandinên kiribûn û li devera ku diyar bûbû ku xwemalî serdema Neolîtîk in qaqûtê 16 mirovan hatibûn dîtin.