Li Herdanê qurbaniyên qirkirina Êzidiyan hatin bibîranîn

Şandeya Bakurê Kurdistanê ku di salvgera 4’an a qirkirina Şengalê de çûyî Şengalê, serdana goristana komî ya Herdanê kir.

Di salvegera 4’an a qirkirina Şengalê de şandeyeke Bakurê Kurdistanê ku ji HDP, DBP, KCD, TJA û Federasyona Sûryaniyan pêk hatî serdana goristana kmî ya Êzîdiyan a li gundê Herdanê kir.

Di nav şandeyê de parlamenterên HDP’ê Felaknaz Uca, Îmam Taşçier, nûnerên PADÊ û gelek kes hazir bûn.

Di serdana goristanê de Taşçier, Reşo Qasim û ji rêveberê PADÊ Amer Salih axivîn.

Taşçier got ew ê qirkirina ser Êzidiyan ti caran qebûl nekin û got, ‘’Li gundê Herdanê ku niha em lê ne bi sedan kes hatin kuştin, bi sedan jin û zarok hatin revandin. Gelek ferman bi ser Êzîdiyan de hatin. Fermana 2014’an pir giran bû. Li ser fermanê 4 sal derbas bûn lê hê jî bi hezaran kes di dest çeteyan de hêsîr in. Ji bo ferman bi dawî bibe divê gelê me yê Êzîdî zêdetir rêxistiniya xwe bike. Ji bo birîna Êzidiyan were pêan divê em zêdetir bixebitin. Ji bo careke dî ferman ranabe çi ji dest me were em ê bikin.’’

Reşo Qasim ku ji gundê Hurdenê ye û 2 zarokên wî di goristana komî de ne wiha got: ‘’ Qurbaniyan careke dî bi bîr tînim. Ên ku 3’yê Tebaxa 2014’an hatin kuştin li vê goristana komî ya Herdanê ne. Ji komkujiyê gelek kes tevlê bûn, gelek kes li gund hatin kuştin. Piraniya kuştiyan mêr bûn. Zarok û jin hêsîr ketin destê çeteyan. Li vir sê gorên komî hene û li her gorê 60 kes hene. Li vê goristanê 2 zarokên min û biraziyekî min heye. Me Êzîdiyan gelek êş dît, gelek ferman. Hêvî dikim ev fermana dawî be. Em Êzîdî çi qasî baş rêxistiniya xwe bikin wiha xurtir em ê bikaribin li pêşberî komkujiyan rawestin.’’

Rêveberê PADÊ Amer Saleh jî got, ‘’Dema zehmet a Êzidiyan gelê Bakurê Kurdistanê pir alîkarî da me. Ne ji şervanên azadiyê bûne yek Êzîdî jî sax nedima. Ji bo ku çeteyên DAÎŞ’ê ji xaka me derxin bi rojan şer kirin, şehîd bûn. Piştî fermanê me Êzidiyan xwe berpirs dit û li gor wê em tevgeriyan. Êzîdî vê fermanê ti caran wê ji bîr nekin.’’