Li Helepceyê ji bo xwepêşanderên şehît 3 rojan şîn hate îlankirin
Waliyê Helepceyê ragihand ku wan ji bo xwepêşanderên li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, 3 rojan şîn îlan kirine.
Waliyê Helepceyê ragihand ku wan ji bo xwepêşanderên li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, 3 rojan şîn îlan kirine.
Waliyê Helepceyê Elî Osman piştî hevdîtina bi Îdareya Wîlayeta Germiyanê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re daxuyanî da çapemeniyê.
Osman got ku, “Ji bo ku em girêdayîbûna xwe nîşanî malbatên xwepêşanderên şehîd bidin, me roja Pêncşemê kir betlaneya fermî. 3 rojan ew ê alayên li hemû sazî û ofîsên partiyan heta nîvî werin daxistin.”
‘EM PIŞTGIRIYA XWEPÊŞANDERAN DIKIN’
Osman diyar kir ku divê hêzên asayîşê ji bo ewlehiya bajêr negire ser malên xwepêşanderan û xwepêşanderan binçav neke û got, “Protestokirin mafê hemû welatiyan e. Em piştgiriya wan dikin. Divê em hemû bajarê Helepceyê biparêzin û rê li ber şîddet û aloziyê bigirin.”