Li Heftanînê û Mêrdînê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li Heftanînê û Mêrdînê li dijî artêşa Tirk çalakiyên sabotajê kirin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

LI KONFERANSÊ SUÎKAST

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a  Cenga Heftanî ya ku li herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê didome, 12'ê Nîsanê li dijî artêşa TC'ê ya dagirker ku li Girê Konferansa Mezin bi cih bûne çalakiyeke sabotajê hatiye kirin.  Di vê çalakiyê de 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin.

LI BAGOKÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Artêşa TC'ê ya dagirker li qada Şehîd Merwan a li herêma Bagokê ya Mêrdînê kemînên foto danîne û hewl dane ku qadê kontrol bikin. Hêzên me qadên kemînên foto lê danîne demeke dirêj kontrol kirine û 6'ê Nîisanê yekîneyeke dijmin ku ketî qadê bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizger Gever bi taktîka sabotajê kiriye hedef. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, 2 jê birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker leşkerên mirî û birîndar bi Skorskyê ji qadê dûr xistine. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi sax û silamet vegeriyaye ser cihê xwe.'

LI ZÎNÎ WERTÊ DI ÊRÎŞA HEWAYÎ DE 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛNE

15'ê Nîsanê di navbeyna saet 11.30 û 12.30'î de balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrîşeke hewayî aniye ser qada Zînî Wertê ya Karoxê ya li herêma Qendîlê ya Qadên Parastina Medyayê. Di vê bombebaranê de 3 hevalên me şehîd bûne. Nasnameya hevalên ku şehîd bûne piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

Her wiha eynî rojê saet 14.00'an balafirên şer qada Kunîşka ya herêma Zapê bombe kirine. Dİ Vê bombebaranê de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''