Li Heftanînê leşkerek hate kuştin

Bi çalakiyeke suîkastê ya gerîlayên YJA Starê ya li dijî leşkerên artêşa dagirker a TC'ê, leşkerekî Tİrk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê çalakiya gerîlayan û êrîşa hewayî ev agahî dan:

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ku  li herêma Heftanî ya Qadên Parastinê ya Medyayê didome, hêzên me yên YJA Starê 24'ê Adarê saet 14.40'î li dijî leşkerên artêşa TC'ê ya dagirker ku li Girê Partîzan bi cih bûbûn çalakiyeke suîkastê kirine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.'

BALAFIRÊN ŞER ZAP BOMBE KIRIN

22'yê Adarê balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker qada Gundê Filehan a herêma Zapê ya Qadên Parastinê ya Medyayê bombe kirine. Di vê bombebaranê de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''