Li Heftanînê 2 leşker hatin kuştin

Li Heftanînê di çalakiya gerîla de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de 5'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li Girê Konferansê yê Mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin û derb li kepçeyekê hate xistin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi çekên giran li derdorê reşandin. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya."