Li Heftanîn û Zapê êrişên hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li herêmên Heftanîn û Zapê barandine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên hewayî û operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 7'ê Cotmehê de balafirên şer bombe li qada Bektorya ya herêma Heftanînê barandin. Roja 7'^Cotmehê artêşa Tirk a dagirker tevî kontrayên xwe li derdora gundê Rûsê yê qada Bektoryayê dest bi operasyonekê kir. Agir berda derdora gund û hin malan. Ev operasyon danê êvarê bi vekişîna hêzên dagirker bi dawî bû.

Di 8'ê Cotmehê de saet navbera 10:45-11:30'î qada Şehîd Şahîn a herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."