Li Heftanîn û Geverê 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Star li Heftanîn û Geverê rêze çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên li Heftanîn û Geverê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

“Hêzên me li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya li Herêma Heftanînê dabû destpêkirin çalakiyên bi bandor lidar xistine. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de agahiyên li ser çalakiyên hatin kirin wiha ne;

17’ê Hezîranê saet 14:00’an hêzên me, li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de li ser hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatine girtin.

18’ê Hezîranê saet 22:00’an hêzên me li dijî yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîdd Adar di nava liv û tevgerê de bûn çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.

23’yê Hezîranê saet di navbera 21.30-23:30’î de helîkopterên şer devera Xantûrê ketûber bombe kiriye. Ji ber bomberdûmanê li bejahiyê şewat derketiye. Di vê demê de jî hêzên me helîkopter kirin hedef. Helîkoptera bi dijwarî hate gulebarandin neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.

LI GEVERÊ 4 LEŞKER HATIN CEZAKIRIN

Hêzên me 22’yê Hezîranê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li nêzî Qereqola Memişta ya dikeve devera Geliyê Doskî ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sabotajê kiriye. Di vê çalakiyê de ku yekîneyên dijmin ên di nava tevgerê de bû leşkerek hate cezakirin û 2 kontra jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê li qadê dest bi operasyonekê kiriye.

Dîsa di çaroveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 23’yê Hezîranê saet 19.30’î li dijî çeperên Qereqola Perîxan a Geverê çalakiyeke serdegirtinê kirine. Hêzên me li dijî komeke leşkerên ku li qadê xebatên kemînê dikirin ketine çeperên wan û li wan dane. Li vir ji du baskan ve li leşkeran dane. Di vê çalakiyê de 1 jê serdeste (onbaşî) bi giştî 3 leşker hatine cezakirin, leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa TC’ê ya ji ber vê çalakiyê kete nava şokê, li pêşberî vê çalakiya bi perspektîfa taktîka gerîla ya moderm a demê ji bo medyaya xwe weke çalakiyeke tacizê nîşana daye. Hêzên me li vir ketine çeper û sitargehên dijmin û li nava navenda wan li wan dane.

LI SER AVAŞÎN Û ZAPÊ ÊRÎŞÊN ESMANÎ

Balafirênn şer ên artêşa TC’ê 23’yê Hezîranê saet 12:00’an devera gundê Girê ya Herêma Avaşîn, saet 16:00’an devera Karker a Herêma Zapê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ziyan negihiştiye hêzên me, ti windahiyek me çênebûye.”