Li Hatayê leşkerek hat kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeya Dortyol a Hatayê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de ku duh pêk hat, leşkerek hat kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya hêzên wan a li Hatayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: "Roja 14'ê Sibatê saet di 04:00 de, artêşa TC li bejahiya navçeya Dortyol a Hatayê derket operasyonê. Li dijî vê operasyonê, ku rojek beriya salvegera komploya li dijî Rêberê me hat kirin, gerîlayên me çalakiyeke bersivdayînê lidar xistin. Saet di 13:30 de derbek xurt li baskekî operasyonê hat xistin û di encamê de leşkerek hat kuştin. Danê êvarê saet di 21:00 de balafirên şer derdor bomberdûman kirin.

Yekîneya me ya ku ev çalakî lidar xist, bi rengekî serketî li herêmê derket."