Li gundên li Mêrdinê hatin dorpêçkirin zarokek birindar bû

Leşkeran Gundê Kurukoy ê navçeya Nisêbînê dorpêç kir û piştî avêtina bombeyên gazê hat diyarkrin ku zarokek ji ser hişê xwe çûye. Ketina ambûlansa ya gund jî hatiye qedexekirin.

Leşkeran avêtin ser malên Gundê Kurukoy ê navçeya Nisêbînê. Di serdegirtina du rojan ya li ser malan de zarokek hat binçavkirin. Nehat zanîn ku çiqas kes hatine binçavkirin. Di saetên serê sibehê de leşkeran dîsa dora gund dorpêç kir û bombeyên gazê avêt nava gund. Di encama avêtina bombeyên gazê de zarokê 7 salî ji ser hişê xwe çû. Ambulansa bi hawara zaroka 7 salî çû rastî astengiya leşkeran hat. Leşkeran destûr neda ambulans bikevin gund.

Ji ber ku li gund şebekeya telefonan hatiye qutkirin agahî ji gund nayê girtin.