Li gundên Cebra Rojhilat û Hedajê şer dewam dikin

Di navbera şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Firat û çeteyên DAIŞ’ê yên li gunbê Caber Rojhilat û Hedajê dewam dike. Di şer de 38 çete hatin kuştin.

Şervanên Odeya Çalaliya Pêngava Xezeba Firatê diyar kirin ku tevî şertên hewaya xirab jî pêş ve diçin. Ji duh şev ve li gundên Hedaj û Caber Rojhilat a ku dikeve bakurê gundê Karaw û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar didomin.

Şer îro jî dewam kir, li gundê Hedaj 5, li gund Caber Rojilat jî 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Li gundê Hejda jî doşkayek aîdî çeteyan hate rûxandin.

BERSIVÊN DIJWAR HATIN DAYÎN

Çeteyên DAIŞ’ê duh di saetên nîvroyê de li aliyê bakurê Cebra Rojhilat bi wesayîtên zirxî û bombebarkirî êrîş li dar xistin. Li ser van êrîşan jî şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Firatê bersivên dijwar da.

Di şer de 29 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 6 panzer, wesayîtek doşka barkirî û wesayîtekî zirîx jî hatibû îmhakirin.