Li gorî dozgeriyê çêkirina kêlan 'sûc' e

Dozgeriya Komarê ya Wanê, di îdîanameya li ser dosya darizandina 18 rêveberên MEBYA-DER'ê de, beşdariya li merasîma cenazeyên gerîla, veşartina cenazeyên gerîla û çêkirina kêlan weke 'sûc' pênase kir.

Meha Gulanê ya derbasbûyî di serdegirtina malan de polîsên şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Wanê; Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver, rêveber; Azîz Oner, Cevdet Bîlekçî, Ceyda Dîndar, Mahmût Dîndar, Cîhat Aksû, Emîne Şaybak, Halîl Karakoç, Halîme Suslu, Îsa Demîragaç, Kamûran Çîftçî, Mûhsîn Demîr, Nebî Kaçak, Nûhî Alici, Savaş Encu, Sureyya Azbag û Şevket Kaplan destgîr kiribûn.

Ji 18 kesên ku piştî destgîrkirinê radestî dadgehê kirin Azîze Oner, Gulistan Onver, Ceyda Dîndar, Cîhat Aksû, Halîl Karakoç, Kamûran Çîftçî, Mahmût Dîndar, Seracettîn Bayhar û Şevket Bayhar bi îdîaya "endametiya rêxistina terorê çekdar" hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Dozgeriya Komarê ya Wanê piştî 7 mehan îdîaname amade kir û îdîa kir ku MEBYA-DER dewama MEYA-DER'ê ye ku sala 2016'an bi biryarnameya di hukmê qanûnê de hatibû girtin.

Di îdîanameya dozgeriyê de çêkirina kêlan û veşartina cnazeyan weke 'karê rêxistinî' hate pênasekirin. Her wiha serdana konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayên PKK'ê têne vedan weke 'sûc' hate pênasekirin. Dozgeriyê serdanên sersaxiyê weke 'sûcê bi hevirtina fikir û çalakiyê' nirxand.

Di îdîanameyê de her wiha nûçeya ajansa me ya piştî destgîrkirina 18 kesan weke sûc hate nîşandan. Dozgeriya Komarê ya Wanê bal kişand ser nûçeya ANF'ê ya bi sernavê 'Rêveberên MEBYA-DER'ê hatin destgîrkirin' û îdîa kir ku rêveberên hilbijartî yên li Tirkiyeyê bi rengekî qanûnî kar dikin 'rêveberên rêxistinê' ne.

Dozgeriyê têkildarî nûçeya ANF'ê de ragihand ku rêxistin xwedî li van kesan derdikeve.