Li gorî dozgerê Tirk, Şen ê li Pirsûsê hate kuştin 'terorîst' e

Di rûniştina doza rojnamevan Oktay Candemîr de dozgerê Tirk îdîa kir ku Yûnûs Emre Şen ê ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, 'endamê rêxistina terorê' ye.

Rûniştina doza rojnamevan Oktay Candemîr ku ji ber nûçe û parvekirinên xwe yên li medya civakî bi îdîaya "propaganda rêxistinê" tê darizandin, li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat. Rojnamevan Candemîr û parêzerên wî tevlî rûniştinê bûn.

CANDEMÎR: TERORÎST NÎNE, EW ŞEHÎD E!

Di gilînameya Serdozgeriya Komarê ya Wanê de, merasîmên cenazeyên YPG'yî, HPG'yî û YPJ'yî ku Candemîr ji bo nûçeyê ew şopand, "propaganda rêxistinê" ye. Weke delîl jî, merasîma cenazeyê Yûnûs Emre Şen li gilînameya dozgeriya Tirk hate bicihkirin, ku Şen 20'ê Tîrmeha 2015'an di komkujiya Pirsûsê de şehîd bû. Dozgerê Tirk, gotina 'şehîd' ku Candemîr di parvekirina medya civakî de nivîsand, weke sûc nîşan da.

Candemîr li dijî vê sûcdariyê xwe parast û got, "Welatiyên sivîl ên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine kuştin, şehîd in. Yûnûs Emre Şen jî weke sivîlekî di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, şehîd e."

DADGEH WÊ QAŞO LÊKOLÎN BIKE BÊ 'TERORÎST E YAN NA'

Tevî parêzer Bayram Kaval bi delîlan raxist pêş çavan ku Yûnûs Emre Şen sivîlek e ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da, dadgeha Tirk biryar da ku were lêkolînkirin bê Şen 'endamê rêxistina terorê ye yan na' û doz ji bo 1'ê Mijdara 2018'an taloq kir.