Li Giyadinê ji ber lêhiyê 4 kes mirin

Li navçeya Giyadin a Agiriyê ji ber lêhiyê 2 jê zarok 4 kes mirin.

Li Taxa Gol a ketina navçeyê Naîme Polat a 48 salî bi zarokên xwe Mûsa yê 11 salî û Pinar Polat a 4 salî re ji bo komkirina giya derketin araziyê.

Piştî teyroka ku hatî baran barî dayik û zarokên li araziyê mayîn ber lêhiyê ketin.

Li herêmê  xebatên lêgerînê hate destpêkirin, li heman herêmê Nûrûlalh Yardimci yê 19 salî jî brûskê lêda .

Cenazeyê dayik û du zarokên wê, Nûrûlalh Yardimci rakirin morga Nexweşxaneya Giyadin a Dewletê.