Li Girtîgehên Wanê lêdan û cezeyê hucreyê

Dayika girtiyê bi navê Vedat Orûç, Hanim Orûç diyar kir ku êşkece li kurê wê Vedat tê kirin û got, pereyên li ser navê wî radizînin jî rêveberiya girtîgehê desteser dike.

Li girtîgehên Kurdistanê bi Rewşa Awarte re zext û zordarî di asta herî jor de ne. Li Girtîgeha Tîpa T û Tîpa F a Wanê ku bi êşkence, şîdet û heqeretan her tim tê rojevê, zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Ji Girtîgehên Wanê sirgûn û binpêkirina mafan didome. Dayika girtiyê bi navê Vedat Orûç, Hanim Orûç diyar kir ku li girtîgehê kurê wê rastî lêdanê tê û anî ziman ku pereyên ew li ser navê wî jî radizînin rêveberiya girtîgehê desteser dike.

LÊDAN Û CEZAYÊ HUCREYÊ

Dayik Orûç anî ziman ku ji beriya çend rojan ew çû serdana kurê xwe û got, "Li ser rû û bedena kûrê min şopên êşkenceyê hene." Orûç diyar kir ku di hevdîtinê de kurê wê ev tişt jê re gotiye: "Ji roja heta ez hatime girtin heta niha ez rastî êşkenceyê têm. Dema ku ez hatim girtin ji ber êşkenceyê dest û lingên min şikandin. Niha ji ber pilatin di lingên min de ne û dema ez di cîhazê x-rayê re derbas dibim deng derdikeve rêveberên girtîgehê dibêjin divê tu werî emelyat kirin. Gardiyan êrîşî min dikin û nêzî mehekê ye ez di hucreyê de me."

'DIAVÊJIN SER QAWIŞAN'

Orûç da zanîn ku li girtîgehê ava germ nadin girtiyan û got: "Rêveberiya girtîgehê ava germ biriye û bi ti awayî daxwazên girtîgehê pêknayîn. Rêveberiya girtîgehê bi gardiyanan re di saetên direng ên şevê de li ser qawişan de digrin û li girtiyan êşkenceyê dikin. Li girtîgehê name, rojname, mafê telefonê û kişandina wêneyan hatiye astengkirin. Pereyên malbata me ji bo radizîne, rêveberiya girtîgehê desteser dike. Dîsan gelek hevalên me yên nexweş hene û bi ti awayî ji bo dermankirinê nabin nexweşxaneyê."

'SÊ MEH IN SERÊ XWE NE ŞUŞTIYE'

Dayik Orûç bibîr xist ku dema wê kurê xwe di hevdîtinê de dîtiye şaş maye û wiha got: "Ji ber por û rihê wî gelek hatibû, min kurê xwe nas nekir. Zêdetirî sê mehe kurê min av li ser serê xwe nekiriye. Her kêlî serê xwe dixwerand, dibe kêçan dabe serê wî. Dîsan avê nadin girtiyan ku çil û bergên xwe bişon." 

Orûç di dawiya axaftina xwe de got, kurê wê Vedat ji bo hevalek xwe yê girtîgehê hişyariyek da û got; "Hevalê me Adnan Mîrza beriya 6 salan li Şirnexê di şerekî de dîl hatiye girtin û 6 sal e, li Girtîgeha Tîpa F a Wanê de tê girtin. Adnan Mîrza eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Malbata wî ti agahiyê jê nagere û dewlet ji malbatê re dibêje kurê wan di şer de jiyana xwe ji dest daye. Em gelek ditirsin şevekê bên Adnan bibin û wî înfaz bikin. Her dem gardiyan êrîşî me dikin."