Li Girtîgehên Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiyên di Girtîgeha Dûmlûyê ya Hejmara 1'ê de û Ramazan Kayayê di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên di Girtîgeha Dûmlûyê ya Hejmara 1'ê de û Ramazan Kayayê di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên di Girtîgeha Dûmlûyê ya Hejmara 1'ê de ji ber binpêkirinên mafan û bi têlên qalind girtina hucreyên yekkesî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Li gor agahiyên bi dest ketine koma ewil 4 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dê her komek 10 rojan di greva birçîbûnê de bimîne.

Li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê jî girtî Ramazan Kaya li dijî binpêkirinên mafam bi tena serê xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye.