Li Girtîgeha Xarpêtê gardiyanan êriş birin ser girtiyan
Li Girtîgeha Xarpêtê gardiyanan avêtin ser koxûşan û Mahmût Çakmak ê 60 salî jî di nav de êşkence li sê girtiyan kirin.
Li Girtîgeha Xarpêtê gardiyanan avêtin ser koxûşan û Mahmût Çakmak ê 60 salî jî di nav de êşkence li sê girtiyan kirin.
Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê, gardiyanan avêtin ser koxûşan û li sê girtiyan dan.
Girtiyan dema ku bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn diyar kirin ku êşkence li girtiyê nexweş Mahmût Çakmak ê 60 salî kirine, lewma laşê wî şîn û reş kirine.
Girtiyan ragihandin ku gardiyan li gorî tedbîrên şewbê tevnagerin û bi rêk û pêk diavêjin ser koxûşan.
Malbatên girtiyan jî wê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin û alîkariya hiqûqî bixwazin.