Piştî nûçeya ANF’ê ya ku dihat gotin, wê piştî grevên birçîbûnê 12 kes werin sirgunkirin, parêzer Cemal Demîr têkilî bi girtîgehê danî. Parêzer Demîr Endamê Meclîsa Partiyê yê DBP’ê Şehmûs Bulbul ji rêveberiya Girtîgeha Tîpa F ya Wanê pirsî. Rêveberiya Girtîgehê jî diyar kir ku, “Di girtîgehê de kesekî bi vî navî tune.”
Şehmûs Bulbul jî di nav de 12 kes di hucreyan de bûn.
PARÊZER DUH BI BULBUL RE HEVDÎTINEK KIRIBÛ
Herî dawîn duh Parêzer Umît Dede bi Şehmûs Bulbul re li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hevdîtinek pêk anîbû. Parêzer Dede got ku, “Min duh bi Bulbul re hevdîtin kiribû û girtîgeh îro jî dibêje kesekî wisa ne di vê girtîgehê de ye. Ev jî diyar dike ku sirgun pêk hatiye.”