Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê cezayê hevdîtin û ragihandinê

Xizmên girtiyan diyar kirin ku li Girtîgeha Girtî Tîpa D a Amedê serdegirtina koxûşan bûye kiryareke ji rêzê û ragihandin ku li girtiyên li ber vê yekê radibin 3 meh cezayê hevdîtinê û ragihandinê hatiye birîn.

Li Girtîgeha Gitî Tîpa D a Amedê, binpêkirina mafên mirovan roj bi roj zêde dibe.

Xizmên girtiyan li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê agahî dan û diyar kirin ku serdegirtina li koxûşan vê dema dawî rûtîn bûye.

Hate ragihandin ku li girtiyên li ber serdegirtina li koxûşan radibin cezayê dîsîplînê têne birîn, lewma li beşên C, D û H ên girtîgeh 3 meh cezayê ragihandinê û hevdîtinê li temamiya girtiyan hatiye birîn.