Li Girê Spî êrîş
Li Girê Spî bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di êrîşê de 2 kes bi sivik birîndar bûn.
Li Girê Spî bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di êrîşê de 2 kes bi sivik birîndar bûn.
Di saet 19:30’ê şevê de li taxa El-Leyl a Girê Spî wesayîtekî bombebarkirî hate teqandin.
Hat diyarkirin ku wesayîta bombebarkirî bi makaya Sûzîkîye, di teqînê de ziyan gihiştiye hinek mal û kargehên derdor.
Di teqîna ku hêzên YPG’ê hatin hedefkirin, 2 şervanên YPG’ê bi sivik birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku hêzên Asayîşê li bajêr ewlekarî zêde kiriye û li herêmê lêkolîn dane destpêkirin.