Li Girê Spî 2 şervanên QSD'ê hate veşartin

Bi sedan kesî cenazeyên şervanên QSD'ê Tamir EL-Ehemed û Idî EL-Yasir ên ku di Pêngava Xezeb Firatê de jiyana xwe ji dest dan, bi mersîmekê spartin axê.

Şervanên QSDʹê Tamir EL-Ehemed û Idî EL-Yasir ên ji Girê Spî di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji fermandarên LîwaYA El-Seqir Eymen El-Xenam, hevserokên Rêveberiya Xweser a Girê Spî Heman El-Ebid û Leyla MÛstefa, Endamê TEV-DEMʹê Selah Firat jî di nav de bi sedan kesî cenazeyên her 2 şervanan wergiritin û bi karwanekî wesayîtan ji nexwexaneya El-Wetenî ya Girê Spî wergiritin û ber bi gundên her 2 şervanan ve bi rê ketin.

Merasîm li gundê El-Xenzîr a Girê Spî bi rêzgiritinê destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Rêxistina Fedraliya Demorkatîk Îbrehîm El-Hesen axivî û bal kişand ser berxwedana şervanan a di Xezeba Firatê de, destnîşan kir ku serkeftinên tên bi dest xistin bi saya berxwedana şervanan pêk hatiye.

Piştî axaftinan cenzayên şervanan, gundên wan bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.

Idî EL- Yasir li gundê Boz El- Xenazîr spartin axê û Tamir jî li gunê Ferîna El-Hinda ya 15 km dikeve Rojahilatî Girê Spî hate veşartin.