Li Gimgimê 9 HDP'yî û DBP'yî hatin binçavkirin

Polîsên Tirk li Gimgimê avêtin ser malan û rêveberên berê yên HDP û DBP'ê jî di navê de 9 kes binçav kirin.

Polîsên Tirk danê vê sibehê li navenda navçeya Gimgim a Mûşê û gundên wê avêtin ser gelek malan. Di operasyona serdegirtinê de ku rêyên gelek gundan jî hatine girtin, heta niha 9 kes hatine binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de rêveberên HDP û DBP'ê jî hene.

9 kesên hatine binçavkirin ev in:

Hevseroka berê ya DBP'ê ya navçeyê Gulbahar Kaya, rêveberê berê yê DBP'ê yê navçeyê Cîhan Yalçin, rêveberê berê yê HDP'ê yê navçeyê Denîz Taş, endamê berê yê Meclîsa Şaredariya Gimgimê Mehmet Ozçelîk, Ziya Ozçelîk, Remziye Bîrsîn, Fefek Kûcak û Yilmaz Ozçelîk.