Li Geverê şerê dijwar: Gelek leşker hatin kuştin
Hate ragihandin, li bejahiya Geverê ya Colemêrgê di navbera gerîla û leşkerên Tirk de şer qewimiye û di encamê de gelek leşker hatine kuştin.
Hate ragihandin, li bejahiya Geverê ya Colemêrgê di navbera gerîla û leşkerên Tirk de şer qewimiye û di encamê de gelek leşker hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, di 23'ê Tîrmehê de li Geliyê Dostkî yê navçeya Geverê ya Colemêrgê di navbera gerîla û leşkerên Tirk de şerekî dijwar rû da.
Tê gotin, di encama vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.
HPG'ê heta niha der barê mijarê de daxuyanî neweşandiye.