Li Geverê operasyona leşkerî, li Oremarê şer

Hat ragihandin ku artêşa Tirk li gelek qadên li Geverê ya Colemêrgê operasyon daye destpêkirin û li Oremarê jî şer heye.

Li gorî agahiyan, bi beşdariya bi sedan leşkeran ve li gundên Matê, Talanê, Şawitê û li herêma Girê Gezreyê û Geliyê Dizê operasyon hatiye destpêkirin.

Di heman demê de li Çiyayê Satê ya Oremarê ya ku li ser sînor e, şerê ku ji Sêşemê destpê kiriye, hê jî didome.

Li herêma şer tevgera hewayî heye. Agahiyê herêmê diyar dikin ku artêşa Tirk bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe radikin. Hat hînbûn ku leşkerên Tirk ji rojnamevan û gundiyên derdorê xwestine ku têkildarî operasyonê agahiyan nedin derve.