Li Geverê mînîbusek û qemyonek li hev qelibîn: 4 kes mirin
Li Geverê mînîbusek û qemyonek li hev qelibîn. Di encama qezayê de 4 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Li Geverê mînîbusek û qemyonek li hev qelibîn. Di encama qezayê de 4 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Li nêzî gundê Xilxêsê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê, mînîbusek û qemyonek li hev qelibîn.
Li gorî agahiyên destpêkê, di encama qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 kes jî birîndar bûne.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane jî birin morga nexweşxaneyê.