Li Geverê li yekîneya operasyonê hate xistin: 9 leşker hatin kuşt

HPG’ê ragihand ku di çalakiya li navçeya Gever a Colemêrgê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker hatiye lidarxistin de, 9 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Geverê li dijî artêşa Tirk hatiye lidarxistin de 9 leşker hatiye kuştin.

HPG’ê ev agahî parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên li dijî yekîneyên operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê dewam dikin. Agahiyên li ser çalakiya ku derbên giran lê hatin xistin wiha ne;

Artêşa TC’ê beriha niha bi demekê li Qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribûn. Li derdorî gundê Berdereşê ya li devera leşkerên dagirker dest bi çêkirina çeperan kirin. Hêzên me piştî ku vê tevgera dagirkeriyê demekê şopand û xistin bin kontrolê û şûnde, 23’yê Tîrmehê saet 19:30’î bi çalakiyekê çeper û kozikên leşker lê bûn kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku ji du baskan ve bi dijwarî li çeper û kozikan hate xistin, avahiyeke yê dijmin bi temamî hate rûxandin, wesayîteke zirxî ya bi dijwarî lê hate dayîn jî derbên giran lêketin.  Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin de 9 leşekr hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky leşker danîne derdorî gundê Berdereşê. Leşkerên TC’ê êşkence li şivanên derdorî gund kirin û herêm ji çûn û hatinê re girtin.

ARTÊŞA TIRK LI GEVERÊ DEST BI OPERASYONÊ KIR

26’ê Tîrmehê (îro) saet 08:30’î artêşa TC’ê li derdorî gundê Kavlegundê û Pagenkê ya navçeya Gver a Colemêrgê dest bi opersyonekê kirin. Her ku li ser operasyona ku didome agahî hatin girtin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

DI BOMBERDÛMANA ARTÊŞA TIRK DE ZIYAN GIHIŞTIN BAX Û BAÇXEYÊN GUNDIYAN

Balafirên şer ên artêşa TC’ê 25’ê Hezîranê saet di navbera 19:00-19:30’î  devera Kanî Sarkê yê Bergare ya girêdayî Herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê bomberdûmanê de ti ziyanek bi hêzên me negihiştine, ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.”