Li Gever û Şemzînanê çalakiyên gerîla

Li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî çalakiyek hate lidarxistin û wesayîteke zirxî hate rûxandin. Li Şemzînanê jî li du nuqteyan şer dijwar e.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtin, şevê din li dijî konvoya leşkerî ya ji qereqola Wargenima ya Geverê ber bi navçeyê de diçû li mayîna gerîlayan qelibî. Hate zanin di konvoyê de wesayîteke zirxî hate rûxandin û leşkerên Tirk windahiyên giran dane. Têkildarî hejmara kuştiyan agahiyên zelal nehate bidestixistin. Pitşî çalakiyê li herêmê operasyon hate destpêkirin.

Duh danê sibê li herêma Herkî ya Şemzînanê di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şerekî demkî qewimî. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku di şer de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndar bûne. Li girê Gelîşîm yê Şemzînanê jî gerîlayan li dijî baregeheke leşkerî çalakiyek li dar xistina. Li herêmê şerekî demkî qewimî. Têkildarî encama şer agahiyên zelal nehate bidestxistin. Piştî çalakiyê li herêmê tevgera hewayî zêde bû.