Li Germiyanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn

Bi boneya 74'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kelarê şitil hatin danîn.

Li bajarokê Kelar ê navçeya Germiyanê bi boneya 74'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn û daxuyanî hat dayîn. Pîrozbahiya li Kelarê ji aliyê Tevgera Azadî, Ciwanên Welatparêz û RJAK’ê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de bi boneya 74 saliya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 74 şitlên daran hatin danîn.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê endama RJAK’ê Suham Mehmud ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevayî gelê Kurd û gelên bindest hat pîrozkirin û hat gotin: “Divê tevayî gelê Kurd wateya vê rojê bizane. Ji ber ku Rêber Apo carek din gelê Kurd ji xew rakir ser piyan, hemû jiyana xwe ji bo azadî û rizgariya gelê Kurd veqetand. Ji bona wê jî şoreşek ya hebûn û azadiyê afirand.”