Li Germiyanê êrîşên dewleta Tirk hat protestokirin

Xelkê Germiyanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Kurdistanê protesto kirin.

Li navçeya Kelar a Germiyanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê hejmarek çalakvan, rewşenbîr û kesayetên Germiyan çalakiyek lidarxistin û banga rawestandina êrîşan kirin.

Li ser navê Komîteya Çalakiyê Omer Mihemed Salih axivî û got: “Em weke rewşenbîr û welatiyên Germiyan daxwazê ji welatên cîran dikin ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê nekin. Hêvîdarim ku ev êrîş rawestin. Li çareseriya demokratîk bigerin. Serî li şer nedin. Ji ber ku şer tenê malwêranî û xwînrijandinê tîne. Em Kurd weke gelên din ên cîhanê daxwaza mafên xwe dikin. Ji ber ku em neteweya yekem a Rojhilata Navîn in. Dixwazin welatek me yê azad hebe. Me xebat, têkoşîn û qurbanî ji bo azadî û demokrasiyê daye.”