Li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî

Li Şirnexê û navçeyên wê, li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 23 kes hatin destgîrkirin. Lİ Amedê Mîkaîl Yaman ji ber ku pere ji kekê xwe yê girtî re şand, hate destgîrkirin.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girt û li malan lêgerîn pêk anîn. Polîsan piştî lêgerînê Endamê Meclîsa HDP’ê Talha Kaya û rêveberê Rêxistina HDP’a Bazîdê Ahmet Yaşmiş, nûnerê Komeleya Alîkariya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) Cemîl Koç û endamê Meclîsa Şaredariya Bazîdê Rahîm Gonen jî di nav de 13 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeya Rezanê ya Amedê Mîkaîl Yaman bi hinceta ku di navbera salên 2010-2020'î de ji kekê xwe yê girtî hevserokê berê yê DBP'ê yê Erxeniyê Îbrahîm Halîl Yaman re pere şand, bi îdîaya "fînansekirina rêxistinê" hate destgîrkirin.

Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Hezex, Cizîr û Qilebanê polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de polîsan rêveberê HDP'ê Agît Yîgît, welatiyên bi navê Fatma Acet, Firat Akyol, Camî Bîlîk, Nîhat Kucuk, Mahsum Kuramî, Serhat Çatuk, Mustafa Dal, Omer Karavîş, Abdullah Yaman destgîr kirin. Sedemê destgîrkirin nehat zanîn û tê gotin ku hejmara kesên hatine destgîrkirin zêde bibin.