Konfederasyona sendikayên çepgir a herî mezin a Fransayê CGT civînek lidar xist û di civînê de biryara daketina kolanan hat dayîn. CGT, ji bo çalakiya ku bi mebesta parastina mafê bi milyonan kes bê standina banga tevlîbûna mîtîngê kir.
Konfedarasyona sendikayan CGT’ê di daxuyaniya xwe de, da zanîn ku divê demildest hikumeta Emmanuel Macron ku polîtîkayên lîberal dimeşîne û ji bo alîkarî bide xizanan, tevbigere.
‘REWŞA KU HIKUMETÊ RÊ LI BER VEKIRÎ NIKARE BÊ DOMANDIN’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber polîtîkayên hikumetê yên sal û salek nîva dawî di serî de xebatkar û kedkar, şert û mercên jiyan û debarê gelek biha û giran bûye û hate gotin ku bi mîlyonan kes nikarin dawiya mehê biqedînin.
Di daxuyaniyê de li hemberî jin û hevzayendan gotin û polîtîkayên dijminane jî hatin bibîrxistin hate xwestin ku demildest rewşa xizanan bê çak kirin.
DIVÊ POLÎTÎKAYÊN JI BO XIZANAN BÊN PÊŞXISITN
CGT’ê ragihand ku wê yek ji sereke daxwazên çalakiya wan zêdekirina mehaneya herî kêm be. Mehaneya herî kêm niha brut hezar 498 euro ye û tê xwestin ku ev hejmar herî kêm bibe hezar û 800 euro. Her wiha tê xwestin ku baca li ser mezaxtinên bingehîn divê herî zêde 5,5 be.