Li Farqînê tecrîd û êşkenceya li girtîgehan hate protestokirin

HDP, DBP û TÛAY-DER’ê li Farqîna Amedê tecrîda li ser Îmraliyê û êşkenceya li girtîgehan protesto kirin.

Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan, li pêşiya HDP’a Farqînê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de gelek malbatên girtiyan û welatî jî amade bûn. 

Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’a Farqînê Şenol Çapan axivî û da zanîn ku niha hezar û 650 girtiyên nexweş hene. Çapan, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê niha li hemû girtîgehan belav bûye û got: “Ji bo aştî û edaletê, divê ev tecrîd bi dawî bibe. Girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan hene. Ev, nêzikatiyeke siyasî ye. Alavên girtiyan desteser dikin, mafên wan ê axaftina bi telefonê û hevdîtinê tê binpêkirin. Dermanan nadin girtiyên nexweş, yên ku divê bên emeliyatkirin jî nayên dermankirin. Dema girtî nerazîbûnên xwe nîşan didin jî gefa ‘em ê we bikujin’ li girtiyan tê xwarin. Divê dawiyekî li tecrîda Îmraliyê û li her deverên din bînin. Her wiha divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.” 

Piştre jî hevseroka HDP’a Farqînê Halîme Soner axivî û bal kişand ser biryara rakirina parêzbendiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel. Soner diyar kir ku dewletê her tim hewl daye vîna Kurdan tune bike û wiha bi dawî kir: “Duh jî parêzbendiya Semra Guzel rakirin. Guzel, vîna gelê Kurd e û dê her wisa bimîne.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.