Li Farqînê derketina derve hate qedexekirin
Dewleta Tirk, ji ber operasyona leşkerî ya li bejahiya Farqînê pêk bîne, li gundê Fişatê û gundikê Kasoyê derketina derve 'qedexe' kir.
Dewleta Tirk, ji ber operasyona leşkerî ya li bejahiya Farqînê pêk bîne, li gundê Fişatê û gundikê Kasoyê derketina derve 'qedexe' kir.
Walîtiya Tirk a li Amedê, ji ber operasyona leşkerî li gundê Fişatê û gundikê Kaso yê navçeya Farqîn a Amedê, derketina derve 'qedexe' kir.
Hat ragihandin ku derketina derve ji îro saet ji 06:00 pê ve dest pê kiriye û heta daxuyaniyeke din wê bidome.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, liv û tevgera leşkerî li herêmê dest pê kiriye.