Li Farqînê 9 kes hatin binçavkirin

Li gundê Reşka Şêx Dawid ê girêdayî navçeya Farqîn a Amedê 9 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Farqîn a Amedê piştî 19’ê Cotmehê qedexeya ‘dereketina derve’ hate îlankirin û heta saetên sibê dewam kir û şûnde li gundê Reşka Şêx Dawid avêtin ser malan.

Di operasyonê de rêveberê HDP’ê yê navçeya Farqîn Nesrettîn Narîn li gel Vedat Narîn, Ferît Kadah, Latîf Kadah, Nesîh Pehlîvan, Mehmet Pehlîvan, Mehmet Emîn Yildirim û Bûrhan û Mehemt ên ku hê paşnavên wan nehatiye zanîn 9 kes hatin binçavkirin.

Piştî lêgerînê her 9 kes birin Qereqola Gundê Bagdereyê.