Li Ewropayê bi kêmanî 97 Kurdistanî ji Covîd-19'ê mirin

Li gorî daneyên KCDK-E'yê ji ber pandemiya Covîd-19'ê li Ewropayê heta 6'ê Gulanê bi kêmanî 97 Kurdistanî mirine, 600 kes pê ketine.

Ji ber vîrûsa koronayê ku hemû cîhan daye ber xwe li Ewropayê heta 6'ê Gulanê bi kêmanî 97 Kurdistanî mirine, ji 600'î zêdetir kes jî bi nexweşiyê ketine. Tedawiya 40 Kurdistanî jî hê didome. Texmîn ew e ku hijmar hê zêdetir be. Li gorî daneyên KCDK-E'yê li Elmanyayê 29, li Ingilistanê 23, li Swêde 22, li Fransa 11, li Belçîka 8, li Hollanda 3 û li Swîsreyê jî 1 Kurdistanî ji ber nexweşiya koronayê mirine.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got li gel hemû bangên wan jî Kurd di sersaxiyê, dawetan û serdanên malan de hatine cem wan û bi ya wan li van qadan bi nexweşiyê ketine.

Koç bal kişande ser wê ku li Ewropa tevdîr têne sistkirin bang li gel kir ku ji niha û pê de jî bi tevdîr bin û guh bidin hişyariyan.

Koç diyar kir piştî ku vîrûsa koronayê li Ewropayê derketiye holê ew ketina nav pêvajoyeke awarte, di serî de  Newroz gelek bername û çalakî betal kirine, ji bo ku ji hewcehiyên tendiristiyê yên gel re bibin bersiv  wan Maseya Krîzê danîne, destpêkê bi 3 doktoran dest pê kirine lê halê hazir 40 doktorên wan di Maseya Krîzê de li ser kar in.

Koç bi berewamî got, ''Bi maseyên krîzê yên Ewropa re me hevkarî kir. Bi navendên krîzê re, yê bi ser şaredariyan me hevkarîk ir. Her wiha  me name ji Rêxistinina Tendirisiyê ya Cîhanê, Parlamentoya Ewropayê, Konseya Ewroapyê, Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê re û ji wezaretên tendiristiyê yên hin welatan re name şand û diyar kir ku ew ji destekê re hazir in, me diyar kir ku em dikarin 400 saziyên xwe ji bo alîkariyê vekin. Nêzî 20 welatî ji ber piştevaniyê malavayî li me kirin.''

Koç her wiha diyar kir li Fransa, Ingilistan, Swîsre û Elmanyayê bi desteka saziyên Kurdan û Kurdistaniyan maske hatine çêkirin û ev maske ne tenê ji bo endamên Navendên Civaka Demokratîk ji bo kesên hewce hatine çêkirin.

Koç herî dawî got li Ewropayê ji bo kampên penaberan jî wan komîte ava kirin û desteka madî û manewî dane penaberan.