Li Wanê sala 2016’an di serî de şaredariya bajarê mezin a Wanê ya DBP’ê, piştî ku li hemû şaredariyan qeyûm hat wezîfedarkirin û şaedarî hatin desteserkirin, şaredarî di destê AKP’ê de veguherîn şirketan. Heta niha bi mîlyon dolaran nelirêtî ji hêla qeyûmên AKP’ê ve hatiye kirin. Lê bêyî ku di derbarê wan de lêpirsîn vebe, mîna ku bên xelatkirin AKP’ê ev kes li hinek deran weke namzetên şardariyê nîşan dane. Di rojên borî de li navçeya Erdîş a Wanê nelirêtiyeke din a AKP’ê derket holê.
Li Erdîşê tesîsa ava vexwarinê ku çêkirina wê didome, şîrketa nêzî AKP’ê ji fona yekîtiya Ewropayê 19 mîlyon Euro ji bo çêkirina tesîsê girtibû û diviya di nava salekê de tesîs biqedanda. Lê belê derket holê ku li tesîsê ti xebat nehatiye kirin û şîrketê çêkirina tesîsê dewrî VASKİ’ê kiriye.
PROJE 5 SAL NEHAT QEDANDIN
Projeya Ava Vexwarinê (İPA) ku sala 2014’an destpê kirî û diviya heta Tebaxa 2015’an biqediya, ev 5 sal bûn didomiya. Şîrketa bi navê Mahmut Paputçu Engineer (MPE) wê bi fona Yekîtiya Ewropayê ya 19 mîlyon Euro tesîs biqedanda, lê belê şîrketê 21’ê Adarê bêyî ti tiştekî çêbike, tesîs dewrî VASKİ’Yê kir. AKP a ku fêm kirî wê şaredariyan winda bike, dest bi nelêrîtiyan kir.