Li Erdîşê JOH û POH'ê bi ser malekê de girtin

Li navçeya Erdîş a Wanê JOH û POH'ê avêtin ser malekê û berî ku bihêlin mirovên li hundirê xênî derketin derve bombeyên gazê avêtin hundir.

Hêzên JOH û POH li taxa Hespenek a navçeya Erdîşê ya Wanê bi şev avêtin ser malekê. Polîs û leşkerên Tirk ketin hundirê mala kesê bi navê Mehmet Polat û gef li malbatê xwarin ku tavilê ji malê derkevin. Hîn malî fêhm nekir bê çi bûye û derkevin derve, hêzên çekdar ên Tirk bombeyên gazê avêtin hundirê xênî. Polîs û leşkerên Tirk dema ku gundî xwas û bi kincên xewê derketin derve, li wan xistin.

Polîs û leşkeran nehiştin ku gundî şewata ku li malê derket bitefînin, di sir û seqemê de hiştin ku gundî bi saetan li der ve bimînin. Rihêlên ku malbatê ji bo daweya kurê xwe hazir kiribû, hatin şewitandin.

Mehmet Polat got li derve ew li erdê hatine dirêjkirin, nehiştine ku agaihê bidin agirkujiy^ejî û got, ''Mala me şewitandin, li malê geriyan. Wekî ew qas li malê geriyan û em jî sûcdar in, çima li malê tiştek nedîtin''.