Li Erdîşê her der di bin heriya qeyyûm de ye

Erdîş a ku di warê nifûsê de navçeya herî mezin a Wanê ye, bi desteserkirina qeyyûm re bûye wekî gundekî mezin. Navend û tax kavil bûne, rê û kolan jî di nav heriyê de mane.

HDP di hilbijartina herêmî de bi ser ketibû lê di 22’ê Cotmeha 2019’an de, Şaredariya Erdîşê hatibû desteserkirin û qeyyûm li ser şaredariyê hatibû bicihkirin. Qeyyûmê Erdîşê hemû xebatên şaredariyê heta demeke ne diyar da sekinandin. Li taxên navend û bejahiyê rê nayên çêkirin, kevirên parke nayên raxistin û bi salan e nayên asfaltkirin.

Li Erdîşê ya ku sê sal in di bin desteserkirina qeyyûm de ye kolan û rê di bin heriyê de mane, li ser rê kortalên mezin çêbûne. Erdîş li Serhedê navçeya herî mezin e lê ji ber xezeba qeyyûm Nûrî Mehmetbeyoglû li Erdîşê li her derê kortal û herî hene.

Di 11’ê Îlona 2016’an de qeyyûm qadên şaredariyê û kepçe û dozerên şaredariyê firotibû. Qeyyûmê wê demê Mehmet Şîrîn Yaşar bi sedan dikanên girêdayî şaredariyê û gelek kepçe firotibû û şaredarî xistibû bin 500 milyon lîra deyn.

Taxên herî mezin ê navçeyê Yeşîlova û Salihiye bûne wekî qad şer. Ji ber herî û kortalên li ser rêyan ne wesayît dikarin biçin û ne jî mirov dikarin bimeşin.