Li Êlih, Sêrt û Dersîmê gel diherike qadan

Li Êlih, Sêrt û Dersîmê, gel bi dirûşma 'em ê teqez bi ser bikevin' ji bo pîrozkirina Newrozê diherikin qadan.

Li Êlih, Sêrt û Dersîmê, gel bi dirûşma 'em ê teqez bi ser bikevin' ji bo pîrozkirina Newrozê diherikin qadan.

SÊRT

Li Sêrtê welatî bi kincên xwe yên neteweyî serê sibehê ji malên xwe derketin û berê xwe dan qada Newrozê ya li ser rêya Dihê. Şêniyên bajêr bi du baskan ber bi qadê ve meşiyan û piştî lêgerînê ketin nava qadê. Ji bilî navçeya navendî, ji navçeyên din, gund û bajarokan gel hatin qada Newrozê. Qad bi alên HDP û DBP'ê ve hatin xemilandin. Di saetên pêş de wê agir bê pêxistin.

ÊLIH

Li Êlihê jî welatiyên ku li taxan hatin cem hev kom bi kom ber bi qadê ve meşiyan. Jin bi kincên xwe yên neteweyî meşiyan qadê û qad bi alên kesk û sor û zer ên HDP û DBP'ê ve hatin xemilandin. Bi hezaran Êlihî ji 3 baskan ber bi qadê ve meşiyan û ji lêgerînê hatin derbaskirin û ketin nava qadê. Welatiyên ku ketin qadê dest bi gerandina govendê kirin. Li qadê alên "Na" li welatiyan hatin belavkirin. Coşa li qadê her diçe zêditir dibe.

DERSÎM

Li Qada Seyîd Riza ya Dersîmê, tevî hemû astengiyan jî welatî ji malên xwe derketin û ber bi qadê ve ketin rê. Ji navçeyan jî gelek kes ji bo Newrozê hatin navenda bajar. Parlamenterên HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû, Alîcan Onlu, ji ESP'ê Îlke Başak Baydar, ji EMEP'ê Mehmet Turkmen, Şaredarê Mazgerdê Tekîn Turker jî wê beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Hunermend Hîvda Gokel û komên herêmî wê derketin ser dikê.