Li Diyaleyê 4 çete hatin destgîrkirin

Îro hêzên ewlekariyê ya parêzgeha Diyaleyê 4 çeteyên ku bi çêkirina bombeyê ve mijûl bûn destgîr kir. Armanca wan ew bûye ku beriya cejn bi dawî bibe wê bombeyê biteqînin.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlekariya parêzgeha Diyaleyê ku weşandine hatiye gotin: “Beşa îstîxbaratê ya hêzên ewlekariya Diyaleyê kariye agahiyên derbarê komekî 4 kesî yê li qezaya Mîqdadiye ya girêdayî parêzgeha Diyaleyê kom bikin ku bi çêkirina bombeyekê re mijûl bûne.”

Her wiha di daxuyaniyê de bal hatiye kêşandin li ser operasyona li dijî wê koma 4 kesî û wiha dom dike: “Îro sibehê hêzên ewlekariyê bi operasyoneke leşkerî bi ser wê komê ku di malekê ya qezaya Mîqdadiye de bûne girtine. Ew kom di dema ku bi çêkirina bombeyê ve mijûl bûn hatin destgîrkirin.”

Hêzên ewlekariya Diyaleyê piştrast kir ku ew çar kes bi sûcê xwe mikur hatine û wiha pê de çû: “Ew çar kesên ku hatin destgîrkirin tawanê xwe qebûl kirine ku xwestine beriya cejn bi dawî bibe wê wan bombeyan li çend navçeyan biteqandibana.”