Li dijî tecrîdê li Hewlêrê greva birçîbûnê ya bê dem dest pê kir

Endamê Meclîsa HDP'ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem kir.

Li Herêma Kurdistanê piştgiriya ji bo Leyla Guven dewam dike ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Nûnerên HDP'ê, greva birçîbûnê ya ku 21'ê Mijdarê dest pê kiribûn, kirin greva birçîbûnê ya bê dem.

Ji çalakgerên greva birçîbûnê endamê Meclîsa HDP'ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz dest bi greva birçîbûnê ya bê dem kir.

Yagiz got, "Heta ku tecrîdkirina lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan bê qedandin, ez ê greva xwe ya birçîbûnê ya bê dem bidomînim."

KOMA DUYEMÎN DEWR GIRT

Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê îro saet 11'an ji aliyê koma duyemîn ve dewr hate girtin.

Ji nûnerên HDP'ê Mizgîn Arî got, greva birçîbûnê heta ku tecrîd rabe wê dewam bike.