'Li dijî tecrîdê divê saziyên navneteweyî bikevin dewrê'

Parêzer Mesût Beştaş diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd ji pirsgirêka Kurd ne cuda ye û destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî tavilê bikevin dewrê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmrailyê di nava tecrîdeke girankirî de ye. Pêwendiya xwe ya bi derve re hatiye birîn. Serlêdanên ji bo hevdîtinê tên kirin jî bi rêk û pêk tên redkirin yan jî bê bersiv tên hiştin. Parêzer Mesût Beştaş, der barê tecrîda li Îmraliyê ji Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF) re axivî.

’22 SAL IN TECRÎD DIDOME’

Beştaş anî ziman ku tecrîd 22 sal in didome, car caran tê sistkirin car caran tê asêkirin û got: “Ev li gor polîtîkaya dewletê ya bi nêzîkatiya çareseriya pirsgirêka Kurd ve eleqedar e. Bêguman dema mirov hewl dide bersiva vê pirsê bide, mirov dikeve rewşeke pir zehmet. Ji ber tecrîdeke 20-22 salan wer hêsan nîne. Tiştekî wisa ku mirov tehemûlî wê jî bike nîne. Helbet dema kesê girtî kesayeteke siyasî ya li welêt xwedî bandor û tesîr be, şêwazê tecrîdê jî tê guhertin. Ev tecrîda 22 salan didome, car caran tê sistkirin car caran tê asêkirin. Ev li gor polîtîkaya dewletê ya bi nêzîkatiya çareseriya pirsgirêka Kurd ve eleqedar e. Mirov dikare bi vê polîtîkaya tê meşandin re rewş û nêzîkatiya dewletê ya ji çareseriyê re bibîne.”

‘NÊZÎKATÎ Û PÊKANÎNÊN LI ÎMRALIYÊ DERHIQÛQÎ YE’

Beştaş da zanîn ku ti aliyekî kiryar, nêzîkatî û pêkanînên heta roja îro têkildarî Ocalan tên meşandin, li gor hiqûqê nînin û wiha pê de çû: “Li Îmraliyê hiqûqeke cûda tê meşandin. Di serî de şert û mercên Îmraliya lê dimîne ne li gor hiqûqa navxweyî ya dewletê ye. Di serî de vesazkirin û pêkanînên ji bo Îmraliyê tên kirin, ji girtîgehên din cuda tên kirin.  Ji lewra em bi pêkanîneke li hember ferd re rûbirû ne. Jixwe ev pêkanîn bi xwe jî li gor Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî jî qedexe ne.  Tenê ne binpêkirin û tecrîd, dadgehkirina Birêz Ocalan bi xwe jî bi awayekî taybet hatiye kirin. Jixwe têkildarî vê di Dadgeha Mafê Mirovan Ewropayê (DMME) de jî tespîta ku Birêz Ocalan bi awayekî adil nehatiye darizandin hatibû kirin. Li gor vê tespîtê diviyabû careke din hatiba dadgehkirin. Lê mixabin ev jî nehat kirin. Dîsa der barê vê mijarê de di aliyê navneteweyî de ji bo jinûve dadgehkirinê zexteke cidî li hember Tirkiyeyê nehat kirin. Sedema  vê jî ew e ku Birêz Ocalan kesayeteke siyasî ye. Ligel vê xwedî kesayeteke wiha ye ku li ser siyaseta Tirkiyeyê roleke Birêz Ocalan a diyarker heye.” 

‘HIQÛQ TECRÎDÊ QEBÛL NAKE’

Beştaş destnîşan kir di pêvajoyeke wiha dîrokî de êdî hiqûq ketiye rewşeke wiha ku nikare tecrîdê qebûl bike û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Ev xisûs ji aliyê Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û hwd. saziyên navneteweyî yên hiqûqê ve tecrîd weke îşkenceyê, pêkanîna xerab û binpêkirina mafê mirovan tê pênasekirin û dîtin. Weke di raporên CPT’ê de jî hatiye diyarkirin tecrîd xisûseke nayê qebûlkirin û divê were redkirin e. Li gor min CPT ne ku ev cara pêşî ye tecrîdê tespît dike. CPT tespîtên xwe pêşî bi raya giştî re parve nake. Destpêkê tespîtên xwe digihîne dewleta pêwendîdar. Eger mijarên binpêkirin û tecrîdê hebin  pêşniyar dike ku dewleta pêwendîdar van pirsgirêkan çareser bike. Dema pêşniyarên dike tên cih, raporên xwe pir bi raya giştî re parve nake. Li gor tê dîtin, rapora dawî ya CPT a têkildarî tecrîdê ji ber ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo çareserkirina vê ti gav nehatin avêtin bi raya giştî re hat parvekirin.”

‘DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA BIKEVE NAV TEVGERÊ’

Beştaş bilêv kir ku ji aliyê hiqûqê ve pêwîst e êdî Seroka Seroka Komîteya Yekîtiya Ewropayê bikeve nav tevgerê û wiha got: “Helbet di mijara tecrîdê de saziyên weke CPT tenê dikarin tespîtan bikin û ji bo çareseriyan pêşniyaran bikin. Lewma di mijara tecrîdê û hwd binpêkirinan de divê saziyên Ewropa yên weke Serokatiya Komîteya Yekîtiya Ewropa di vê mijarê de bikevin dewrê. Lê mixabin ji ber di van demên dawiyê de mafên mirovan krîtereke ku esas tê girtin nîne, em nikarin bêjin, Serokatiya Komîteya Yekîtiya Ewropayê berteke têr dike nîşan daye. Lê  belê ji aliyê hiqûqê ve pêwîst e êdî Seroka Komîteya Yekîtiya Ewropayê bikeve nav tevgerê. Her wiha tenê ne komîte, divê dewletên Ewropa yên endamên komîteyê jî têkildarî tecrîda CPT tespît kiriye, Tirkiyeyê agahdar bikin.

Eger Tirkiye guh neda wan jî pêwîst e mueyîde û pêkanînan ferz bikin. Lê belê em wer difikirin ku di vê mijarê de sazî û welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hesasiyeta pêwîst nîşan nadin. Sedema vê jî têkiliyên siyasî û ticarî yên bi Tirkiyeyê re ne.”