Li dijî Qendîlê êrîşên hewayî didomin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di êrîşên hewayî yên li dijî  Qendilê de  cih û warên sivîlan dike hedef.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê îro daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku balafirên şer di 10'ê Tîrmehê saet navbera 20:00-22:00’an de derdora gundên Girava, Kortek, Bolê, quntarên girê Hîva û herêmên Gundê Silê yên Qendîlê  bombebaran kiriye.

Hate ragihandin ku di êrîşa hewayî de bax û baxçeyên gundiyan zirar dîtine û agir bi daristanên li herêmê ketiye.