Li dijî tecrîda li ser Ocalan li Amedê çalakiya rûniştinê

Li Amedê ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan HDP û DBP'yiyan çalakiya rûniştinê kirin.

Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkilî greva birçîbûnê ya li zindanan a ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku li Parka Koşuyolu ya Baxlarê daxuyaniyekê bide.

Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP'ê yên bajêr û navçeyan, endamên Komeleya 78'an û gelek şêniyên bajêr destek dane çalakiyê. Koma çalakger dema ku ketin parkê polîsên Tirk dora çalakgeran pêçan û ji bo ku gotina, ''tecrîd û greva birçîbûnê'' derbas dibû, nehiştin ku daxuyanî were dayin. Li ser vê gel bi çepikan helwesta nîşan da û çalakiya rûniştinê kir. Piştî çalakiyê gel ji parkê derket.