Li dijî KCD’ê operasyona qirkirina siyasî: 42 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê di çarçvoeya pêkanîna operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê li dijî KCD’ê de hejmara kesên hatin destgîrkirin gihişte 42 kesî.

Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna operasyonên qirkirina siyasî ya di sala 2018’an a li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê 64 kesî biryara girtinê hate derxistin. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amed destpê kir de li Îzmîr, Stenbol, Edene, Şirnex, Êlih, Wan avêtin ser malan û Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr û Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, rêveberên KCD, HDP, Komeleya Jinê ya Rosa, DBP û rêxistiinên civaka sivîl jî di nav de 42 kes hatin destgîrkirin.

NAVÊ KESÊN HATINE DESTGÎRKIRINI

Navê hin kesên hatine destgîrkirin û eşkere bûne wiha ne: Endamên Dîwana KCD’ê Jiyan Taş û Huseyîn Kaya, Rêvebira Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş, Hevşaredara Farqînê ya di hepsa malê de Naşîde Toprak, endamê Meclîsa Şaredariya Hezroyê Fesîh Balbey, endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê Enver Çelîk û Aynûr Aktar, li navçeya Çinarê Enver Temîz, rêvebira MEBYA-DER’ê Yildiz Damla, endama Meclîsa DBP’ê Leyla Bagatir, endama Meclîsa Giştî y KESK’ê û endama TUM BEL-SEN’ê Ayten Tekeş, Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê Suphî Îzol, endamê Şaxa SES’ê ya Amedê Mafhûz Karaaslan û Ferhat Erkûş, Rêvebira Desteya Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê Arîn Zumrut, Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek, parêzer Berdan Acûn, Hevserokê Rêxistina HDP’a Karazê Cahît Ay, Hevseroka HDP’a Pasûrê ya berê Selva Akkoyûn, ji navçeya Rezanê Gurbet Çakar, ji navçeya Farqînê Mehmet Saglam, Fatma Bulbul û Tahîr Tûran.

Hat zanîn ku destgîrkirî hemû birine Miduriyeta Polîsan a Amedê.

LI RUHA PROTESTO

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê, serdegirtina li ser avavhiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) destgîrkirina sendîkavan, siyasetmedar û jinan protesto kirin. Parlemetnerê Rihayê yê HDP’ê Omer Ocalan got: “Hûn nikarin siyaseta Kurt tesfiye bikin.”