Li dijî êrîşên qirkirinê bang li ciwanan hate kirin ku dakevin qadan

Koordînasyona Komelên Ciwan, bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî êrîşên qirkirinê dakevin qadan.

Koordînasyona Komelên Ciwan a ku daxuyaniyek nivîskî da wiha got: “Di vê pêvajoya referandûmê de ya ku li paş ma, polîtîkayên Erdogan û çeteyên wî yên wekî tirsandin, perçiqandinê yên bi rêya Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de û Rewşa Awarte di serî de li Kurdistanê xwest li ser hemû çep û çepgiran ava bike. Li hemberî vê dorpêça faşîst di serî de gelê Kurd hemû gelên di eniya demokratîk de, ligel ku bi dek û dolaban encam hatibin guherandin jî gotin NA û biryardariya xwe dan nîşandan. Jin û ciwan û gelê me yê berxwedêr li hemberî vê bloka faşîst derketin qadan û peyam dan û gotin ku “Na, hê neqediyaye, ev hê destpêk e”.

Lê piştî referandûmê hikumeta AKP’ê û çeteyên Erdogan li hemberî gelê me êrîşên xwe zêdetir kirine. Armanca wan ev e ku tu kesên muxalîf û “tu jîndarên Kurd” nemîne. Şoreşa Şengal û Rojava bi salan e ji Erdogan re bûye derd û bi çavsorî di her demê de qala vê êşa xwe kiriye. Dema ku Erdogan ev êş dikişand, Tevgera Azadiyêya Kurdan ji serkeftinekê berê xwe dane serkeftineke din, li hemû cîhanê berxwedêrî û têkoşîna xwe ya rewa îspat kiriye. Bloka faşîst ya AKP-MHP’ê ya ku ber bi têkçûnê ve diçe, di şeva 25’ê Nîsanê de êrîşî gelê me yê sivîl kiriye, û bombe bi ser qadên Rojava û Şengalê barandiye.

Bi taybet artêşa Tirk a ku ximetê ji Erdogan re dike bi çalakiya tunelê tar û mar bû û berxwedana li bajên xwerêveberiyê sendroma ku jiyan kirî bi ti awayî jê xilas nebûye. Her çendî bi van êrîşên li ser gelê me dixwaze xwe ji vê sendromê rizgar bike jî, di serî de ciwanên bakur û hemû welatparêzên Kurdistan û ciwanên Ewropa wê bi mezinkirina berxwedanê beriva êrîşan bide.

Hostayê faşîzmê kujer Erdogan bila baş bizane, ciwanên Kurdistanê bi ti awayî wê stû li hember faşzîmê xwar neke, li dijî ti zilmê bê deng nemaye û ti demê jî li dijî êrîşên li hember nixên xwe nebûye temaşevan. Yek ji hezimnekirina dewleta Tirk û Eredogan ya din jî ev e. Di serî de leheng û qerhremanên bakur ên ku bi ruhê xwe fedayê nirx û rêxistina xwe ne, ciwanên li çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê, baş dizanin sîleya li mêtîngeriya AKP’ê ya ku har bûye bixe, wê hesabê Rojava û Şengalê bi awayekî herî giran bipirsin.

Li ser vî bingehî li dijî qirkirinê siyasî û leşkerî yên li Kurdistanê bang li hemû ciwanan dikin ku di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de dakevin qadan û mêtîngeriyê parçe bikin. Li dijî her êrîşên mêtîngera Tirk bi heman şêweyî bi awayekî xurt bersivdayîn mafekî meşrû ye. Bi vê zanabûnê hemû jinên ciwan ên pêşeng û ciwanên Kurd li her qadê lê ne daekevin qadan bi ruhê tolhildana şoreşê rabin serhildanê û li her cihê faşîzim lê heye biperçiqîne.”