Li dijî êrîşên kîmyewî 20 ciwan tevlî nava refên gerîla bûn

Ji bo hilanîna tola 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, 20 ciwanên din tevlî nava refên gerîla bûn.

Ji bo hilanîna tola 17 gerîlayên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 20 ciwan tevlî nava refên gerîla bûn.

Ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hilanîna tola 17 gerîlayan tevlî nava refên gerîla bûn.

Ciwanan ji bo "Pêngava serketinê" banga tevlîbûna li nava refên grîla kirin.

'BÊDENGÎ TÊ WATEYA HEVKARIYÊ'

Daxuyaniya ciwanên ku tevlî nava refên gerîla bûn, wiha ye:

"Dewleta Tirk a faşîst li hember hevrêyên me yên ku keç û xortên vî gelî ne komkujiyekî hovane pêk anî, di vê komkujiyê de çekên nukleer û kîmyawî hat bikaranîn. Ev yek li pêş çavên her kesî pêk hat û di encamê de 17 şoreşgerên qehreman ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê gihîştin şehadetê. Armanca van êrîşan ne tenê tunekirina şoreşgerên vî gelî ne, armanca wan şikandina vîna gelên berxwedêr û azadîxwaz e yên ku li hemberî dagirkeriya wana li heremê dibin asteng û qebûl nakin. Her wiha armanca wan qirkirina gel e.

Ev 17 hevalên ku bi çekên kîmyawî şehîd ketine praniya wan di şerê li dijî DAÎŞ'ê de li Rojavayê Kurdistanê, ji Kobanê heya Baxozê cih girtine, şerkirine û birîndar bûne. Koalîsyona ku li dijî DAÎŞ'ê ava bûye ew jî dizane ku PKK’ê heya niha bi hezaran fermendar û şervanên xwe di şerê li beramberî DAÎŞ'ê de li Sûriye û Iraqê şehîd dane. Emerîka û Ewropa jî baş dizanin ku kê çeteyên DAÎŞ'ê têk bir û kê sînorên xwe ji DAÎŞ'ê re vekiriye.

Îro jî em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî ew kesên ku DAÎŞ têk birine dixwazin tola DAÎŞ'ê hilînin, ev yek jî bi alîkariya NATO û dezgehên wê tê pêkanîn. Li aliyekî Koalîsyona li dijî çeteyan ava dikin û li aliyekî din jî dewleta çete ya Tirk piştgirî dikin, ev dûrûbûnek mezin e. Di dîroka 18 Cotmehê de dîmenê 2 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî bandor bûne û li ber şehadetê ne hat weşandin.

Em wekî ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê li beramberî vê kiryarê bêdeng namînin, bêdeng mayîn şirîkbûna komkujiya ne, tiştên ku me nekiriye em ê ji vir û şûnde bikin. 17 hevrê û hevalên me di vê êrîşa hovane de şehîd bûn em niha li şûna 17 hevalan bi 20 ciwan û jinên ciwan ên ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê çekên van hevalan radikin û tevlî nava refên gerîla dibin.

Bila herkes bizanibe ku di Kurdistanê de nifşê qehremanan naqede, heya ku yek ciwanekî bi rûmet bimîne wê ev têkoşîn dewam bike û bi ser bikeve. Tekane rêya ku em bikaribin li şehîdan xwedî derkevin ew e ku em çeka wan rakin û ala wan rakiriye bilindtir bikin. Di demeke wekî niha de tevlîbûna nava refên PKK’ê bûye erka xwe yê mirovatî li beramberî şehîdan pêk anîn e. Bangewaziya me ji bo gelê me yê qehreman bi teybet jî ji bo ciwan û jinên ciwan re heye.

Werin tevlî cenga azadiyê bibin, werin li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin, werin li şehîdên xwe xwedî derkevin, werin tevlî pêngava serkeftinê bibin, werin tevlî nava refên gerîlla bibin."