'Li dijî êrîşan em ê daxwaza xwerêveberiyê mezintir bikin'

Alîkara Hevserokên DBP'ê Şîmşek diyar kir, li dijî êrîşên li Rojava û Şengalê ew ê berxwedana xwerêveberiyê mezintir bikin.

Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, êrîşên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê, bûyerên li Bakurê Kurdistanê diqewimin nirxand û destnîşan kir, ku li pêşberî êrîşên li Rojava tên kirin, ew ê hîn bêhtir daxwaza xweseriyê bikin. Şîmşek der barê berdana hin siyasetmedarên Kurd de jî got, ev yek têrê nake ku ew weke gaveke erênî bibînin.

DIJMINATIYA AKP'Ê YA LI GELÊ KURD DEWAM DIKE

Şîmşek bal kişand ser bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin û girîngiya destketiyên gelê Kurd û anî ziman, gelê Kurd pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn rû da bi berxwedan û rêxistinbûneke xurt pêşwazî kir. Şîmşek destnîşan kir, vê pêvajoyê ji bo gelê Kurd destketiyên dîrokî afirandiye û got, dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê mîna her demê, carek edin bi dijminane êrîşî destketiyên gelê Kurd kirine.

Gulcîhan Şîmşek ragihand, êrîşên li Rojava û Şengalê ji ber vê dijminatiya dewleta Tirk û AKP'ê ya li gelê Kurd e û diyar kir, dijminatiya li Kurdan helwesta kevneşop a dewleta Tirk û AKP'ê ye. Şîmşek anî ziman, dewleta Tirk ji bo destketiyên gelê Kurd tine bike serî li her rê û rebazê dide û wiha dewam kir: "Yekane siyaseta AKP'ê ya li hundir û derve, siyaseta tinekirina destketiyên gelê Kurd e. Li Rojhilata Navîn her hêz xwedî polîtîkayeke li gorî xwe ye. Lê belê armanca yekane ya dewleta Tirk û AKP'ê êrîşa li dijî Kurdan e."

ÊRÎŞA LI ROJAVA Û ŞENGALÊ ÊRÎŞA LI GELAN E

Şîmşek destnîşan kir, êrîşa li Şengalê û Rojava êrîşa li yekîtiya gelan e û got, dewleta Tirk li şûna çareserkirina pirsgirêka Kurd a li nava sînorên xwe, li her cihî êrîşî Kurdan û modela Rojava dike. Gulcîhan Şîmşek diyar kir, PDK'ê jî di vê pêvajoyê de hevkarî bi dewleta Tirk re kiriye û da zanîn, gelê Kurd wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya her kesên li ser vê axe dijîn, bidomîne.

EM Ê MODELA XWESERIYÊ HÊ BÊHTIR BIDIN PÊŞ

Alîkara Hevserokên DBP'ê destnîşan kir, li dijî êrîşên dewleta Tirk û AKP'ê wê gelê Kurd daxwaza xwe ya xweseriyê li Bakurê Kurdistanê hîn bêhtir bide pêş û got, encama di referandûmê de derket holê, ji wan xwestiye ku daxwaza xweseriyê hê bêhtir bixin rojevê û berpirsyariya mezinkirina vê têkoşînê daniye ber wan.

Şîmşek bi taybetî bal kişand ser encamên li qadên xwerêveberiyê derketin holê û anî ziman, tevî hemû êrîş û hovîtiyê jî, gelê Kurd biryardariya xwe diparêze. Şîmşek got, "Bêguman em ê jî li pişt vê biryara gelê xwe bin û daxwaza xwerêveberiyê mezintir bikin."

TEHLIYE GAVEK NÎNE

Gulcîhan Şîmşek destnîşan kir, ku berdana hin parlamenterên HDP'ê û siyasetmedarên Kurd ên dema dawî, divê kesî nexapîne û diyar kir, di mijara pirsgirêka Kurd de ji bilî êrîş û neçareseriyê ti rojeveke rejîm AKP û Erdogan nîne.  Şîmşek bibîr xist, hê bi hezaran siyasetmedar û nûnerên gelê Kurd di girtîgehê de ne, êrîşên li dijî gelê Kurd dewam dikin û got, berdana çend kesan gaveke erênî nîne. Şîmşek ragihand, weke partiyê wan plansaziya xwe ya ji bo dema pêş bi rengekî xurtkirina rêxistiniyê kirine got, ew pê dizanin ku pêvajoyeke têkoşînê ya giran li pêşiya wan e.

EM XWE JI PÊVAJOYEKE MEZINTIR A TÊKOŞÎNÊ RE AMADE DIKIN

Şîmşek bibîr xist, Hevseroka wan Sebahat Tûncel girtî ye, Hevserokê wan Kamûran Yuksek jî ceza lê hatiye birîn û diyar kir, bi dehan endam, xebatkar û rêveberên wan girtî ne.

Şîmşek anî ziman, tevî vê rewşa neyînî jî ew ê kar û berxwedana xwe mezintir bikin û got, pêvajoya dema pêş wê gelekî dijwar be û ew ê hê bi xurtî daxwazên xwe bînin ziman.